Lînkên eksesibilîtî

Japon piştî erdhejê huşdarîya pêlên tsunami dike


Ajansa Hewayî ya Japonê ji bo pêlên tsunami huşdarîyê ragihandîye ji bo bakûr û rojhilata vî welatî piştî erdhejeke bi hêz çêbû li giravên Kuril.

Ajans dibêje wê pêlên tsunamî bi kêmîve du metre bilind bin û wisa çaverê tê kirin ku wê li qerexê Japonê yê li ser oqyanusa pasîfîk bide li demjimêr 9:10 ê êvarê bi dema Japonê.

Dibêjin hêza erdhejê pêşî 8.1 bûye. Rêxistina Çavdêrîyên Erdî ya Welatên Yekgirtî dibêje hêza wê erdhejê 7.8 bûye.

Karbidestên hewayî yên Japonê şîretê li xelkê deverê dikin ku ji wir herin cîyên bilindtir.

XS
SM
MD
LG