Lînkên eksesibilîtî

Serok Bush digel Vladimir Putin kom bû


Serok Bush îro çarşem li Moskow digel serokê Rûsî Vladimir Putin kom bû, berî kombûna bilinda Hevkarîya Aborî ya Asya Pasîfîk li Vîyetnamê.

Li firokxana Vnokovo li Moskow birêz Putin pêşwazî li serokê Amerîkî dikir.

Peyamhinêr dibêjin herdu serok li ber in ku kombûneke bi taybet bikin sebaret bi jêknegirtina cîhanî li ser bernama navokî ya Îranê û pirsên bazirganîyê ji wana endametîya Rûsya di Rêxistîya Bazirganîya Cîhanî de.

Herdu serok dê berev Sîngapûr herin û dê careke dî li roja eynî kom bibin li demê şîvê li Hanoi, di pêra li rojên şembî û yekşembîyê dê amadeyî kombûnên Hevkarîya Aborîya 21 welatên endamên Asya Pasîfîk bin.

Sibêhî li Sîngapur, serok dê gotarekê li ser seredana xwe ya Asya bixwînetin. Seraya Sipî dibêjetin ew dê alîkarîya Amerîka pêşkêşî endamên Apec biketin ji bo şerê terorî û nehêlana nexweşîyan.


XS
SM
MD
LG