Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japon û Amerîka rêkeftin li ser danana sîstemeke muşekan


Raportên peyaman ji Japonê radigihînin ku Japon û Amerîka rêkeftine li ser danana sîstemeke muşekan yê berevanîyê ji bo parastina herêma Asya Pasîfîk.

Ajansa Kyodo ya Japonî îro pêncşem raport belav kirine û dibêjetin Wezîra Derve ya Amerîka xanim Condoleezza Rice û Wezîrê Derve yê Japonê Taro Aso danûstendin li ser wê pirsê kirin li rexekê kombûnên Rêxistîya Hevkarîya Aborî ya Asya Pasîfîk, li Hanoi li paytextê Vîyetnamê.

Raport radigihînin ku herdu mezine dîplomatan ew danûstendin li ser berevanîkirinê hebû wek bersivê jibo ceribandina vê dawî ya çekê navokî yên Koreya Bakûr.

Herwisa ew dibêjin wan pêdivî bi rêkeftinên qeyyîm heye ku dê bigehine encaman li demê danûstendinên şeş alî li ser bernameya navokî ya Pyongyangê.


XS
SM
MD
LG