Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Îsraîlî çekdarekî Filistînî kuşt


Îsraîl dibêjitin serbazên wê teqê li çekdarekî Filistînî kir û kuşt lil Kenara Rojava îro pêncşembîyê.

Leşkerê Îsraîlê got serbazan teqe kir dema ew çekdar dîtî li kampê penaxwazan li bajarê Nablus ku gelek cara li wêrê şer di navbera Îsraîlî û Filistînîyan de dertê.

Li Kerta Xezze jî firokeyên şerî yên Îsraîlîyan çend hêrîş kirine derengîya duhî çarşembîyê piştî milîtanan muşek avêtine bajêrê Sitrut, jineke Îsraîlî kuşt û du kesên dî bi giranî birîndar kirin,

Filistînî dibêjin yek birîndar bûye li demê hêrîşên firokan li ser mala rêberekî gruba çekdar yên Hamas.

XS
SM
MD
LG