Lînkên eksesibilîtî

Sudan amadekarîya vegera penaberan dike


Alîkar dibêjin ew hêvî dikin ku bi vê bizavê 100 hezar başûrî bêne tomar kirin ji bo vegera bi dilî, heta meha 2 ya sala duhezar û hefta.

Nêzî çar milyon Sudanî yên başûrê ji gundên xwe revîyane di dema şerê navxweyî yê 21 salan de di navbera bakûr û başûrê vî welatî de.

Zêdeyî du milyon kes di dema şer de hatin kuştin heta ku ev şer rawestîya bi peymana aşitîyê ya ku li meha yek, sala duhezar û pênca hate mor kirin.

Birgit Hussfeld ya ku li Xartumê li Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê kar dike ji Dengê Amerîka re dibêje eve cara yekem e ku bi vî awayî penaber bi alîkarîyê vedigerine Sudanê.

Gelek zehmetî di vê proseya vegerê de hene. Di dema şer de zîyan li giştîya binaxeyên Sudanê bûye û pêdivîya herêmê bi dibistan, nexweşxane û gelek xizmetên din yên bi vî awayî heye. Milîsên çekdar hêj li der û dor digerin û tundutûjîya herêmî ji xelkên vedigerin re dibe metirsîyek.



XS
SM
MD
LG