Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush kombûna li Hanoi wekî delîvekê bi kar tînit


Serok Bush kombûna aborîya vê heftîyê li Hanoi bi kar dînît wekî delîvekê bo bahskirina bernama navokî ya Koreya Bakûr digel rêberên welatên pişikdar di danûstendinên şeş alî digel Pyongyangê.

Serok Bush evro eynî gote peyamhinêran ku ew daxwazê ji welatên dî diket da bi temamî gemaruyên Neteweyên Yekgirtî li dijî Koreya Bakûr bi cêh bînin.

We biryar e serok Bush kombûnên du alî digel rêberên Koreya Başûr, Japon, Rûsya û Çînê girê bidet li perawîza kombûna lutkeyî ya rêxistîya hevkarîya aborîya Asya Pasîfîk li vê heftîyê.

Hemî alî berhelestîya Koreya Bakûra bi çekên navokî diken lê bîr û boçûnên cewaz hene çewanîya mamelekên nêrgel Koreya Bakûrê.



XS
SM
MD
LG