Lînkên eksesibilîtî

Kurd kîjan alfabeyan bikar tînin?


Li ser înternetê jêder û çavkarnîyeke pêzanînê heye. Jêre dibêjin Ansîklopedîya Wikipedia.

Wikipedia jibo pêzanînê bi gelek zimanên cîhanê meriv ji babetên cuda cuda agahdar dike û her ziman jê re malpereke bi taybet heye û têde li ser babetên wek zanistî, civak, dîrok, çand û teknolojî bi wî zimanî pêzanîn hene.

Li ser malpera wê ya zimanê Kurdî behsa Alfabeyên Kurdî tê kirin û dibêje: Kurd sê alfabeyên kurdî yên cuda bi kar tînin; alfabeya latînî, erebî û ya kirîlî. Kurdên Tirkîye û Sûriyê" alfabeya latînî, Kurdên Kurdistana Rojhelat û Başûr alfabeya erebî, Kurdên li Komarên Sovyetistana kevn jî alfabeya kirîlî bi kar tînin. Piştî belavbûna sîstema sovyetî, hin kurdên Sovyetîstana kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya latînî kirine.

Hîmên alfabeya latînî ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve hatiye danan. Mîr Celadet, ji sala 1919an dest bi amadekirina xebata alfabeya latînî kirîye. Wî, di 15yê Gulana sala 1932an de di hejmara pêþîn ya kovara Hawarê de dest bi belavkirina alfabeya kurdî a latînî kirîye. Loma ji alfabeya kurdî ya latînî re "alfabeya Hawarê" yan jî "alfabeya Celadet Bedirxanî" jî tê gotin.

Alfabeya latînî, alfabeyeke fonetîk e, ango her tîpek îşareta dengekî ye û ji alfabeyên din baştir bersiva dengên zimanê kurdî dide. Hejmara tîpên alfabeya kurdî 31 in.

Di zimanê kurdî de 31 yek deng hene û ji bo her dengekî jî tîpek (herfek) heye. Bi tenê dengekî taybetî di zimanê kurdî de heye ku bi du tîpan derdikeve û bi kurdî jê re pevdeng û ewropî jî dîftong dibêjin. Ew jî tîpên Xw ne. Dengê tîpa "x" bilind û xurt e û ya "w" jî nizim û zeyîf" e. Carnan dengê "w" weha kurt û zeyîf e ku mirov nabihîse û bi tenê dengê "x" dibîhîse. Loma jî di nivîsandina kurdî de herî bêtir çewtî di vî dengî de tê kirin. Ev dengê kurdî ku ji du tîpan derdikeve di zaravayê kurdî de ne wek hev e. Di zaravayê kurmancî de jî li gor herêman tê guhartin.

Soranî, dimilî û li hinek deverên kurmancî jî bi tenê "tîpa "x" bi kar tînin. Lê di rastnivîsa kurmancî de pêwîst e ku mirov "xw" binivîse.

Eger bixwazin bi dirêjayî hînî vê babetê bibin ji kerema xwe re biçine malpera wikipedia li ser vê navnîşanê: http://ku.wikipedia.org/wiki/Alfabey%C3%AAn_kurd%C3%AE



XS
SM
MD
LG