Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush li Vêtnamê digel rêberêt Asya kom dibît


Li perawêza kombuna APEC serok Bush digel rêberêt cîhanê kom bî bu baskirna bernama navokî ya Korya Bakor.

Piştî kombunê digel serok wezîrê Japonê Shinzo Abe roja şembî, serok Bush got wan herduka basê bernama navokî ya Pyongyangê kir û herdu alî kar diken da piştrast biken ku kombunêt şeş alî dê serkeftî bin.

Herwesa serokê Korya Başor Roh Moo-hyun gote serok Bush ku welatê wî piştevanî ya binemayêt biryara Netewêt Yekgirtî diket bu danana toleyan dijî Pyongyangê, lê got Seoul piştevanîya pilaneka Amerîkî bu bersing girtina gemîyêt Korya Bakor ku gomana vegohastina moşek an kereste û teknelojyayêt navokî li wan dête kirn.

XS
SM
MD
LG