Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blairî soza manê da Afxanîstanê


Seredana Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair bo Afganîstanê, nêzîkî dawîya sala bi şerrê herî dijwar e paş ladana rejima Taliban.

Blaîr spêdeya Duşembî li başûra welatî, ku ji berê were bingehê Taliban e, bi çend sed serbazên Brîtanî ra kombû.

Serokwezîrî sipasîya wan kir û gotê ne’b tenê tenahîya Afganîstanê, lê aramîya dinyayê li qirnê 21ê jî dê bi wî şerrê wan linav wê berîya bêhempa bête dîyar kirin.

Ji 30 hezar serbazên NATOyê li Afganîstanê, 8 hezar ji Brîtanyayê ne. Li van 12 mehan Taliban li gelek alîyên Afganîstanê xurt bûyne û pêtir ji 3 hezar mirovan kuştîne. Ji wan 38 serbazên Brîtanî bûn.

Şerrê dijwar sengî êxistîyê ser hevpeymanîya rojavayî û piştevanîya bo Serokê Afganîstanê Hemîd Karzay kêm kirîye.

Tony Blair paş kombûna bi Karzayî ra soz da ku Brîtanya hindî ku pêwîst e li wî welatî bimînît.

Serokwezîrî got yan ne Afganîstan dê mîna berê lê bêt ne’b tenê gelê wê belingaz bît, lê her wesa ew bibîte jêdera şer û mirinê bo alîyên dî yên dinyayê.

Li konferansa rojnamevanîyê hem Blaîr, hem Karzay bi riştî got pêşveçûn tête kirin.

XS
SM
MD
LG