Lînkên eksesibilîtî

HRW dibêje Seddam îdam neken


Human Rights Watch, ango rêkxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan, ji serî were zêrevanîyê li doza li dijî serokê berê yê Îraqê Seddam Huseynî diket.

Seddam û 6 karbidestên rejima wî ji ber kuştina 148 Şîeyan serê vê mehê bi tawana gunehkarîyên li dijî mirovanîyê hatine ciza kirin û dadgeha taybetî ya bilind ya Îraqê cizayê îdamê da Seddamî û du bergûmanên dî ji ber fermana kuştina wan kesan paş qesta ji bo kuştina wî li bajêrkê Duceyl li sala 1982yê.

Ew rêkxistîya navneteweyî ya bingeh li New Yorkê dibêjît doza li dijî Seddamî rewa nebû.

Richard Dicker, rêvebirê bernameya dadê navneteweyî ya Zêrevanîya Mafên Mirovan, got kêmasîyên bingehîn di wê dozê dabûn. Wî egerên wê encama xwe li hevpeyvîneke digel Pişka Kurdî rêz kirin.

Dickerî got ‘‘Serê hemî tiştî ji ber bandora sîyasî ya hikûmeta Îraqê li ser wê dadgehê. Girîng e ku mirov bi bîra xwe bînît ku dadyarê yêkem li meha yêk ji ber rexneyên serokwezîr û wezîrê dadî xwe ji kar vekêşa. Karbidestan ew mehkûm kir ku ew gelek bêhnfireh bû li dijî bergûmanan.’’

Şarezayê mafên mirovan got ew helwêsta karbidestên sîyasî yên Îraqî li dijî dadyarê berê Rizgar Mihemmed Emîn digel pîvanên navneteweyî rêknedikeft.

Richard Dickerî her wesa rexne li dadyarê li şûna wî, Rauf Ebdirrehmanî jî, girtin.

Wî got ew dadyarê duwê alînegir nebû, heta carekî gotîye parêzerên Seddam Huseyn û bergûmanên dî ê dî bes e, bila gotinên xwe bidawî bînin ji ber ku şahidên wan yên bawerê nînin. Dickerî got li doza Duceyl, dadgehê pêzanînên ser şahidên dozgeran nedayne parêzerên bergûmanan ku xwe amade biken.

Dicker dibêjît rêkxistîya wî Zêrevanîya Mafên Mirovan ji bo serrastkirina wan kêmasîyan pêşnîyar kirîne û dibêjît ‘‘Em pêşnîyarên xwe ji parlamentoya Îraqê ra dişînîn û jê dixwazîn ku qanûna wê dadgehê biguhorin.’’

Ew rêkxistî çar guhartinên serekî dixwazin yêk, rê bidene dozger û dadyarên navneteweyî ku bi yên Îraqî ra pêkve kar biken, da li vî karê pirr bizehmet alîkar bin.

Du, karbidestên Îraqî dadyaran ji ber îddîayên li ser têkliyên wan bi Partîya Bees ra ji kar derneêxin, divêt ew karê komîteya derêxistina kevnebeesîyan nebît, lê ya dadgeha pêdaçûnê bît.

Richard Dicker dibêjît divêt rê nedene karbidestên hikûmetê û rêberên sîyasî ku berî dadgehê li ser gunehkarî an bêgunehîya bergûmanan biaxivin. Û her wesa qanûna dadgeha bilind ya Îraqê bête guhartin û navendeke rêveberîyê bête damezrandin ji bo peydakirina pêwîstîyên parêzer û dozgeran li demê dadgehê.

Lê Rêkxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan dibêjît ji ber wan nerewayîyên di doza Duceylê da divêt cizayê îdamê an nemankirinê nehête bicih înan ji ber ku çi heqîya wê nabît.

Richard Dickerî got ‘‘Li warê prensîba mafên mirovan, doz çi rewa çi nerewa bît, îdam cizayeke hov û nemirovane ye û divêt nehête bicih înan. Û ez ji bo hemî sûcan we dibêjim. Em bawer dikeyn ku yên ku ji alîyê dadgeha bilind ya Îraqê ve hatîn gunehbar kirin û tawanbar kirin bi dirêjîya jînayê an bi salan zindanê bêne hikûm kirin, ne bi îdamê.’’

Di doza Duceylê da dadgehê ji bilî Seddamî, zirbirayê wî û dadyarê serekî yê berê yê jî bi îdamê ciza kiribûn, bi 15 salan heta dirêjîya jîyanê cizayê zindanê dabû çar bergûmanan, û biryara berdana karbidestekî berê yê Partîya Bees dabû.

Ew biryar niha li pêşîya dadgeha pêdaçûnê daye.

Richard Dicker, rêvebirê bernameya dadê navneteweyî li Rêkxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan, di gumana Doza Enfalê da jî ye. Dibêjît ‘‘Em aloz în ji doza Enfalê û ez li ser navê wê rêkxistîyê we dibêjim ya ku li salên 1992 û 1993yê lêkolîneke berfireh kirî li ser tawanên li demê kiryara Enfalê ku bi hisaba me rê da kuştina bi kêmî ve 100,000 Kurdan li 6 mehên sala 1988ê. Vêca em dixwazîn doza Enfalê serkeftî bît.’’

Lê Dicker dibêjît ew heyrî man ji biryara ji kar êxistina dadyarê doza Enfalê Abdillah al Amirî ji ber ku wî gotîye Seddam dîktator nebû, û wê gotinê çi bandor li şîyana dadyarî bo dadgeheke rewa nedikir.

Richard Dickerê ji Rêkxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan wê mîna maytêkirina sîyasî dibînît û dibêjît ew dê zîyanê bigehînîte hindê ku Doza Enfalê bibîte qonaxeke dîrokî ka jêrhukmê Seddam Huseynî li Îraqê çi li Kurdan kir ku kesek neşêt înkar biket.

XS
SM
MD
LG