Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo danûstendina bi Îran û bi Sûrî re wê bi kêr bê?


Îran û Sûrî îşaretan didin ku ew dixwazin roleke mezintir bileyzin ji bo rawestandina tundûtûjîya ku li Iraqê didome. Tehran gazî Iraq û Sûrî kiriye bo konferanseke tevî hev û di vê nave de Iraq û Sûrî jî piştî nêzî 25 salan ji nû ve dest bi têklatîyên xwe yên diplomatik kirin. Bi dîtina hin şarezayan ev pêngav baş in lê hinekên din jî jê şikê dikin. Belê sengîya li ser Amerîka her diçe zêdetir dibe bo axaftina bi Îran û Sûrî re li ser Iraqê.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan vê heftîyê li Cenevreyê gote peyamhinêran Îran û Sûrî dikarin roleke pozîtîf bileyzin bo aram kirina Iraqê û ji wan ev daxwaz kir. Lê Welatên Yekgirtîyên Amerîka hêj şikê dike û bi bawerîya wê ne Şam ne jî Tehran bi rastî dixwazin alîkarîyê bikin. Hikumeta Bush misêwa herdu alîyan gunehbar dike bi tekel bûnê û bi piştevanîya terorîzm û tundûtûjîyê.

Roja sêşemê kuştina rêberekî Xirîstîyan yê Libnanî Pierre Gemayel yê ku wezîrîyê dikir wisa nîşan dide ku wê ev yek dîtina Washington qewîtir bike. Her ku ji Şamê şik dihate kirin ku par destê wê di kuştina serokwezîrê Libnanê Refîq Herîrî de hebûye, dicîda hinek karbidestên Libnanî Sûrî tawanbar kirin bi dest hebûna di vê kuştinê de jî.
Li ser radyoyeke Brîtanî balyozê berê yê Brîtanya yê bo Washington Christopher Meyer got danûstendineke wisa di cîyê xwe de ye û got:

"Tenê pirsek heye ku lazime bersiva wê bê dan, gelo tesîra van herduan (Îran û Sûrî) li ser tiştên li Iraqê dibin heye an na. Eger bersiva vê erê be, tê bi wan re bi awayekî têklatîyekê bikî. Ew rêya ku ji alîkî ve wan bitirsînî û ji alîkî ve wan xweş bikî dibe ku bi kêr bê û dibe ku qet bi kêr neyê jî lê belê ji binî ve xwe li wan kher kirin ne rêyeke jîr e."

Hikumeta Bush dibêje dibe ku danûstendin bi herduan re bê kirin lê bi şertê ku Îran û Sûrî rêya xwe biguherînin. Amerîka dixwaze Tehran dev ji bernama xwe ya navokî berde, nehêle ku îdî ji ser sînorê wê şervan û çek derbazî Iraqê bibin û dev ji piştgirîya komeleyên ku bi dîtina Washington terrorist in berde (wek Hîzbullaha li Libnanê). Hikumet herwisa ji Sûrî jî dixwaze ku dev ji piştgirîya komeleyên terrorist berde û lazime Şam wek ku Washington dibêje têkelbûn û maytekirina xwe ya di nav Libnanê de biseknîne.

Karbidestên Sûrî misêwa dibêjin ew daxwaza danûstendineke bi Amerîka re dikin û wezîrekî Sûrî Butayna Şaban di vê dawîyê de dîsa ev daxwaz dubare kir lê herwisa ev xist stuwê Washingtonê. Dibêje:

"Sûrî hercar bi danûstendinê bawer e lê tucar ne ji bo kirina tiştekî an jî jibo axaftinê tu şertan qebul nekirîye û hikumeta Amerîkî jî bi vê zane."

Sûrî misêwa tevlihevxistina Libnanê, dest hebûna di kuştinan de û piştgirîya komeleyên terrorist înkar dike.

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad jî dibêje ew amade ye ku bi Amerîka re bi peyive.

Li Tehranê di konferanseke rojnamevanîyê de li vê dawîyê Serok Ahmedînecad got rewşa têklatîya di navbera Îran û Amerîka de, tev sûcê Amerîka ye tev ji ber helwesta Amerîka ye û dibêje eger ew vê helwesta xwe biguherînin em ê jî bi wan re danûstendinan bikin.

Şarezayek Îranî yê sîyasetê Meir Cavedanfar ji Dengê Amerîka re dibêje danûstendin ji bo Îranê baş e lê huşdarîyê dike ku bedela vê yekê heye. Dibêje:

"Yek ji sebebên herî mezin jibo têkel bûna Îranê ya bi Iraqê ve ew e ku sibê roj Îran karibe ev yek wek hesabeke bazar kirinê bikar bîne. Ji Amerîka û Brîtanyayê dixwaze ku ew bihêlin Îran zaxkirina urnyumê bidomîne û herwisa ku ew dev ji tirsandina Îranê ya di nav Neteweyên Yekgirtî de berdin. Ez bixwe ne bawer im ku neTony Blair û ne jî serok Bush amade ne ku ev bedel bidin. Lê derdê Îranîyan ew bû ku ew ji xwe re bazarekê peyda bikin û ev demeke dirêj e ku ew li bazareke wisa digerîyan."

Cavendanfar birêvebirê Malpera Meepas a, bingeh li Tel Avivê, ye ku li ser aborî û sîyaseta Rojhilata Navîn bîr û bawerîyên xwe tê de dinivîsînin.

Cavendanfar dibêje lazime Amerîka û Brîtanya bi rêya tole û ambargoyên li dijî rêberê Îranê sengîya xwe ya bo bazarê zêde bikin, lê belê ji alîkî din ve jî, ji bo ku ew were ser mêza danûstendinê û daxwazên xwe kêm bike, berdêlên aborî pêşkêşî wê bikin.

Wisa çaverê tê kirin ku danûstendinên bi Îran û Sûrî re di nav pêşnîyara Raporta Komela Lêvekolîna Amerîka û Iraqê de be ku wê meha were ev raport bête belav kirin.

XS
SM
MD
LG