Lînkên eksesibilîtî

Li Sadr bi teqîna bombeyan zêdeyî 150 kes hatin kuştin


Wezîrê Karûbarên Hundurîn yê Iraqê dibêje dema ku li bajêrê Sadr yê ku din bin destê Şî'eyan de ye li du hev bombe teqîyan, zêdeyî 150 kes hatine kuştin û 250 kes jî birîndar bûne. Şahid dibêjin bombe di nav 15 deqîqeyan de teqîyane.

Bi vê teqîna herî xirab ya vê mehê temamê kolanê ji binîve xerabûye. Piştî teqînê agir bi der û dor ketîye.

Karbidestên Iraqê dibêjin pêtir 30 ji çekdaran hêrîş kir ser Wezareta Saxlemîyê li Bexdayê û şer digel hêzên parastinê kir.

Karbidest dibêjin hêrîşvanan muşek berdan û karbidestên wezaretê di avahîyê de asê man.

Her li vî demî leşkerê Amerîkî dibêjitin hêzên Iraqî bi şêwirmendîya Hêzêt Hevpeymana bi ser Medîneti Sadr da rendeyeka Şî’eyan li Bexdayê girtîye bo kuştina rêberekî şaneya revînkaran.

Daxuyanîyeke leşkerê Amerîkî dibêjitin bawerî heye ew rêberê şaneyê agahdarî revandina serbazekî Amerîkî bûye berî mehekê.

Şahidên Iraqî dibêjin çar kes li Medineti Sedr ji alî hêzên Amerîkî ve hatine kuştin.

Cihê ji vêna ofîsa cîgirê serokwezîrê Amerîka Dick Cheney haşa li wan raporta diketin ku dibêjin birêz Cheney li Bexdayê ye heta Cejna Sipasîyê digel serbazên Amerîkî bibohorînitin.

XS
SM
MD
LG