Lînkên eksesibilîtî

Rêberên Ereb tevlî şîna Gemayel bûn


Bi sedan hezar şînî meydana dîrokî ya Beyrudê dagirtin û bi alên Libnanî û dîruşma cenazê wezîrê serbarî yê 34 salî Pierre Gemayel rakirin.

Dikkan ji bo xatirê wî hatin girtin û karbidestên hikumetê, rêberên ołî, giregirên Ereb, xelkê hem ji misilmanan hem jî ji mesîhîyan tev bi hev re li navenda bajêr civîyan ji bo ku hurmeta xwe nîşanî cenazê wî bidin û dijberîya xwe ya li hember wan kuştinên dawî yên sîyasî, yên li Libnanê nîşan bidin.

Zengilê dêran lê dan û ji megafonan muzîka marşan hate lêdan dema ku girseya xortan ev gotin diqîrîyan: "Bimre Sûrî" û ''Wê dadgeha navneteweyî te dadgeh bike."

Lêvekolên Libnanî ji devera ku Pierre Gemayel lê roja sêşemê , di 21ê meha 11 de, di nav otomobła xwe de hatibû kuştin dełîl civandin.

XS
SM
MD
LG