Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraqî îro cendekên qurbanîyên wan hêrîşên roja pêncşemê vedişêrin


Îro eynî paytexta Iraqê di jêr rewşa tenge tavîyê de ye piştî teqîna otomobîlan yên rêkxistî û teqandina hawanan ku bûyne egera kuştina zêdeyî 200 kesan li devera bajarê Sadr yê Bexdayê.

Hejmara kuştîyên roja pêncşembîyê li herêma piranî Şî’e hatîye ragihandin ku bilindtirîn hejmar bûyî dinav bûyerekê de ji sala 2003 pêva ku şer li Iraqê hatîye destpêkirin.

Iraqî îro cendekên qurbanîyên wan hêrîşên roja pêncşemê vedişêrin. Serok Wezîr Nûrî El Malikî ferman da polîsan ku bi şînîyan re cenazeyan ji Bexda bibine bajêrê pîroz yê Necefê, ku 160 kîlometre li başûra wê ye ku li wir ew veşêrin.

Karbidest dibêjin roja pêncşemê alîyê kêm pênc otomobîlên bombekirî teqîyan û çendîn gulle havan hatine avêtin bo nav bajêrê Sadr.

Piştî êrîşê bo ser devera Şî’eyan pitir 10 gulle havan hatine avêtin bo nav deverên Erebên Sinne li Bexdayê. Alîyê kêm yek ji wan gulle hawanan li mizgefteke girîng ya Sinneyan ketîye.

Karbidestên Iraqê rewşa awarte bo muddetek ne dîyar li Bexdayê radigihînin û herwisa firînên Bexda û Besra jî radigrin.

Herwisa rêberên Iraqî yên sîyasî û yên olî li ser şaşeya televîzyonê xuya bûn da ku daxwaza aram bûnê bikin û dawîyê bînin li vê tundûtûjîya tîreyî ku di zêdebûnê de ye.

XS
SM
MD
LG