Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran dibêje ew razî ye ku rê bide lêvekolînê


Berpirsê Ajansa Navokîya Îranê dibêjît Îran razî ye ku rêkê bidete lêvekolerên navnetewî ku seredana bingehên Natenz ya zaxkirina uranyumê bikin.

Roja pêncşemê Muhammed El Baredeî got ew biryara Îranê tê wateya wê çendê ku ew berev bi rêyeke rast pêngava radiket. Lê wî got hêjta Tehran pêdivî ye şîroveyek temam bidete Ajansa Uza Atomî ya Navdewletî sebaret programa xwe ya navokî, di nav da rêka destpêragehêştin bi belge û bingehên pitir.

Herwisa roja pêncşembîyê Ajansa Uza Atomî ya Navnetewî daxwaza Îranê red kir ji bo pêşkêş kirina alîkarîyên teknîkî li ser reaktoreke plutonyumê, ku karbidestên Amerîka dibêjin dikarît bibîte egera berhem anîna keresteyên pêdivî ji bo çekên navokî.

Balyozê Amerîka bo Neteweyên Yekgirtî Gregory Schulte ragihand ew biryar ji alî Ajansê ve tê wateya hindê ku ew daxwaz bo heya heya hate red kirin.

Dîplomatên din li Ajansa Navokî ya Neteweyên Yekgirtî gotin ew dikarin carek din vê vekolînê liser vê daxwazê bikin jibo alîkarîya reaktoreke Arakê di paşerojê de.


XS
SM
MD
LG