Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdara li Iraqê 21 Şî’e kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku çekdara 21 kes li hêrişekê da bu ser du malêt Şî’e li bakora rojhelata Bexda kuştin.

Karbidest dibêjin çekdara roja eynî li parêzgeha Dyale hêriş kire ser wan mala, mêr derînan paşî ew kuştin. Termêt qorbanîya roja şembî hatin vedîtin.

Li Bexda hatin û çun bu roja şembîş her hatîye berbend kirn piştî hêrişêt roja pêncşembî ku têda pitr ji 200 kes li bajêrê Sedr li Bexda hatin kuştin. Piştî hingî, çekdarêt gumanlêkirî yêt Şî’e 30 kes kuştin li zincîreka hêrişa bu ser mizgeftêt Sunnî li paytextî.

Li Urdinê, serok wezîrê wî welatî maroof El-Bexît û serok wezîrê Tirkîyê Receb Teyyib Erdogan got ew berhelistîya dabeş kirna Iraqê ne û hijdarî da ku eve dibîte zêde buna tond û tîjîya tîreyî li Iraqê.

XS
SM
MD
LG