Lînkên eksesibilîtî

Tirk xwepîşanada diken dijî seredana Pope Benedict


Bi deyan hezar kesa roja yekşembî xwepîşadanek li bajêrê Istanbul saz kir dijî seredana Pope Benedict bu Tirkyê.

Xwepîşandera diroşmêt Islamî digotin û nizîkî çar hizar polîsa çavdêrîya wan dikir.

Li heyva Îlonê, Pope Benedict axaftina impratorekê Beyzentînî yê sedeya 14 vegêra ku bi xirapî basê Islamê kirye û eve buye egera tore buna xelkî li seranserî cîhanê.

Roja yekşembî Vatîkanê pişt rast kir ku Pope Benedict li demê seredana çar rojîya xwe seredana mizgefta şîn li Istanbulê diket.

Seredana Pope Benedict roja sêşembî dest pê diket.

XS
SM
MD
LG