Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê berbend kirina hatin û çûnê rabû


Karbidestêt Iraqê berbend kirina hatin û çûna sê rojî ya li Bexda rakir. Şahid evro ya sivik bû demê otomobîla cara yekê dest bi hatin û çûnê li paytextê Iraqê kirî.

Piştî peqîna otomobîlan roja pêncşembî ku pitir li 200 kes li devera Sadr li paytextî kuştin.

Alozkarî evro li paytextê destpêkireve piştî berbend kirina hatin û çûnê hate rakirin û xirabkar li devera Dora digel polîsan bi şer çûn.

Rakirina berbend kirina hatin û çûnê rêyek bo serokê Iraqê birêz Celal Talabanî vekir ku evro bi seredan çûte Îrana cîran, da digel rêberê Îranê Mahmud Ahmedînecad danûstendina biket.

Çaverê tête kirin herdu serok li ser têkçûna destûdarêt parastina Iraqê biaxivin û ku çawa Îran dişêt bo nehêlana alozkarîya tîreyî harîkarîyê biket.

Gotin hene ku Îranî egera xwe heye li ser tîreyêt Şî’e û milîşîya li Iraqê.

Karbidestêt Lêşkerê Amerîkî dibêjin li bakûra paytextî firokeka Hêza Hewayî kefte xwarê ku firokevanek têda bû. Hêjta bi dirustî dîyar nebûye, çi bi serê firokevanî û firokê hatîye.

Rojnama New York Times dibêjît desteyeke Amerîkî ku ji endamêt Demokrat û Komarî pêk têt û ya pêdaçûnê bi ser bijarêt stratejî li Iraqê diket, çaverê tête kirin rijdîyê li hikumeta serok Bush biket, bizavêt xwe yêt dîplomasîyê berfirehtir lê biket. Ji wan danûstendinêt rastexwo digel Îranê û Sûrya.

Li heman dem Wezîrê Berevanîya Brîtanya evro got çaverê tête kirin ku hikumeta wî sala bêt bi hezaran serbazan ji Iraqê vekêşet.

Brîtanya nêzîkî 7200 serbaz li başûra Iraqê heyin.


XS
SM
MD
LG