Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Yekîtîya Ewropa rênekeftin


Wezîrê Derve yê Fînlandîyayê Erkki Tuomioja gote peyamhinêran, Tirkîyê û Yêkitîya Ewropî li ser daxwazên Yêkitîyê rêknekeftin ku Enqere bender û balefirgehên xwe ji bo hatinûçûna gemî û firrokeyên Qubrisê veket.

Fînlandîya vê gavê serokatîya bi dorûger ya wê yêkitîya 25 welatan diket, ku Tirkîye dixwazît têda beşdar bît.

Wezîrê Derve yê Fînlandî li dû danûstandinên bi hevberên xwe yên ji Tirkîye û Qubrisa endama yêkitîyê ra axift. Reng e ji ber nerazîbûna Tirkîyê bi wê daxwazê, wezîrên derve yên Yêkitîya Ewropî li civîna xwe ya heftîya têt, danûstandinên endamîyê bi Tirkîyê ra ragirin. Ew danûstandin yêkemîn pêngava Tirkîyê ne ber bi endamîya Yêkitîya Ewropî ve.

Lê Amanda Akçakoca, şarezayeke ji Navenda Rêbazan ya Ewropî li Brukselê, dibêjît: “Mirov naguhişît ku danûstandinên linav Yêkitîya Ewropî û Tirkîyê asê bûyne. Ez heyrî nemayme ku ew danûstandin bi qasî hîvîyên hinek alîyan serkeftî nebûne. Ev 10 sal in ez li karûbarên Qubrisê dinihêrim û ez dizanim bizav pirr bi zehmet e.”

Lê Akçakoca bawer naket ku ew danûstandin dê heta heta bêne ragirtin, dibêjît belkû hema hêdî bin. Kêşeya sebaret Qubrisê’b têne yêk ji alozîyên Yêkitîya Ewropî ye derbarê endamîya Tirkîyê da. Alozîyeke dî rewşa mafên mirovan e û hindek hikûmetên Ewropî bawer naken ku Tirkîye dê her yêkcar tev li Yêkitîya Ewropî bibît. Lê, Akçakoca bawer diket ku ew dîtin dikarît bête guhartin, dibêje:

“Ez dibêjim divê hun bi gelek alîyan binihêrine vê yekê. Pêşbînî nayê kirin ku Tirkîyê heta 20 salên din bibe endam û ne hemu welatên endam li dijî endamîya Tirkîyê ne. Bi rastî bi tenê kêmek ji wan vê gavê li dijî wê ne.”

Akçakoca dibêjît 20 sal demekî dirêj e ku raya giştî û hikûmetên Ewropî hizra xwe biguhorin.

XS
SM
MD
LG