Lînkên eksesibilîtî

Raporta li ser seredana rêzdar Talabanî bo Îranê


Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Letîf Nêrweyî li ser seredana rêzdar Talabanî ji Tehranê raportek hinartîye. Di raportê de peymahinêrê me dibêje;

Li gorî gotina karbidestên di nav şandeya Iraqê de, kombûna Serokê Iraqê birêz Talabanî û Serokê Îranê birêz Ahmedînecad bi serkeftî bûye û gelek peymanên li ser sîyaset, aramî û aborîyê hatine mor kirin. Ya herî girîng li ser niftê bûye. Îran razî bûye ku li rafînerîya Abadan nifta xav ya Iraqî rafîne bike û bişîne Iraqê ji bo pêdivîyên zivistanê yên gelê Iraqê.

Herwisa jêder dibêjin Îran biryar daye ku tevlî bizava navnetewî bo aram kirina Iraqê bibe û weke encamek civînê biryar hatîye dan ku tunebûna tenahî û aramîyê li Iraqê tesîreke negatîv dide ser tenahîya Îranê jî. Herwisa ev jêder dibêjin ku dîtinên cuda di navbera Îran û Iraqê de hebûn li ser mana Hêza Hevalbendîyê li Iraqê.

Jêdereke din ya di nav desteya şande de dibêje Îran dixwaze li şûna ku marjînal bibe xwe zêdetir tevlî karên Iraqê bike.

Di raporta peyamhinêr de berdewam tê gotin ku Sûrî jî bo seredanê gazî rêzdar Talabanî kiriye. Wî qebul kiriye ku here lê belê dema çûnê hêj dîyar nîne. Dibe ku li meha 12 be an jî li destpêka sala nû be.

Eger bixwazî guh bidî vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje ‘Li Letîf Nîrweyî guhdarî bike li ser seredana Talabanî bo Îranê’ bitiqîne.

XS
SM
MD
LG