Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullaha Libnanê daxwaza xwenîşandanê dike


Grupê milîtanên Şî’eyên Libnanê Hizbullah û tagirên wê daxwaza xwenîşandaneke berfireh kiriye sibehî eynî, bo daxwaz kirina damezirandina hikumeteke nû.

Wê komelê beyannameyek derêxistîye îro pêncşem û têde daxwaz ji xelkê kiriye bi aştî li nava Beyrûdê rûnin.

Rikeberîya bi rêberayetîya Hizbullah li heftîya buhorî gefeya xwenîşandaneke berfireh kir belê piştî kuştina sîyasetvanê dijî Sûrya Pierre Gemayel, xwenîşandan ragirtibû.

Hizbullah û hevalbendên ser bi Sûrya ve dibêjin hikumeta Serokwezîr Fuad Senyora zêdegavîyê dikete ser rêkeftinên dabeş kirina desthilatê.

Li demekî zû vê mehê şeş wezîrên Hizbullah û komela Amel ji hikumetê derkeftin ji ber ku daxwaza wan bo desthilata zêdetir cêbecê nebû.



XS
SM
MD
LG