Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrişeka xwekujî li Kerkukê sê polîs hatin kuştin


Leşkirê Amerîkî ragehand ku li hêrişeka hêzêt hevalbendî şeş xirapkar û sê kesêt sivil li parêzgeha Enbar hatin kuştin.

Li beyannameka leşkirî hatye ku serbaza daxaza piştevanîya hêza asmanî kirye bu jinav birna veşargehêt xirapkara li bajerokê Kerme.

Leşkirê ragehand ku serbaza termêt şeş xirapkara vedîtin. Herwesa termêt du jin û zarokekê li nav du avahîyêt heriftî hatin vedîtin.

Li bajêrê Kerkukê, karbidestêt Iraqî ragehand ku li hêrişeka xwekujî roja yekşembî sê polîs hatin kuştin.

Desthelatdarêt Iraqî herwesa ragehand ku jimara mirîyêt hêrişêt roja şembî li Bexda gehişte 53 kesan.

XS
SM
MD
LG