Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê serbazek marîn mir û sê yên din jî berze ne


Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêjît serbazekî marîn giyanê xwe ji dest da û sê yên dî bê ser û şûn çûn piştî helîkoptereke leşkerî neçar bû di behrikekê da li rojava Iraqê bête xwarê.

Belavokeke leşkerî dibêjit 16 serbaz di helîkoptereke hêza marîn da bûn û dema roja yekşembî li parêzgeha Ambar keftîye xwarê. Belavok dibêjît dîyar nîne ku ew helîkopter ji alî dijminî ve keftibe xwarê.

Du kes ji wê helîkopterê hatine rizgar kirin. Marînek ku di wê avê de nuqu bibû, paşî termê wî hate dîtin lêgerîn li dû sê kesên berze hêjta berdewam e.

Leşkerê Amerîkî berî hingî ragihandibû ku roja şembî û yekşembî li şerêt dewrûberêt Bexda 9 serbazêt Amerîkî hatibûne kuştin.

Polîsêt Iraqê jî dibêjin roja yekşembî termê 50 kesan hatibûne dîtin, ku hatibûne îşkencedan paşî ji alî desteyên mirinê yêt tîreyî ve hatibûne kuştin.


XS
SM
MD
LG