Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates bawer naket Amerîka li Iraqê serdikevît


Berbijarê Serok Bush bo wezîrîya berevanîyê dibêjît ew bawer naket ku Amerîka li Îraqê serdikevît.

Robert Gates îro li civîna bo piştrastkirina berbijarîya wî gote Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Civata Senetoran ku rewşa niha li Îraqê cihê qebûlê nîne û ew amade ye ku guhdarîya têbînî û pêşnîyarên nû biket, lê got biryara dawîn ya Serok Bushî ye.

Wî got eger rewşa Îraqê heta salekê duwan nehête tena kirin, çêdibît ku ew biqulipîte ser şerrekî herêmî.

Derbarê Îranê da Gates got ew bawer diket ku ew welat dixebitît da şîyana çekên navokî bidestvebînît, lê got divêt her kiryareke leşkerî ya Amerîka li dijî Îranê wek bijara dawîn bête bikar înan. Wî her wesa got ew digel şerrekî li dijî Sûrîyê nîne.

Senator Carl Levinê Demokrat got Gates dê tûşî zehmetîyeke gelek mezin bît li karê serrastkirina rêbazên şkestî û xeletîyên li van çend salên bihorî. Biryar e ku Levin li meha têt bibîte serokê wê komîteya Cıvata Senetoran.

Çaverê tête kirin ku Senato pêşnîyara Serok Bushî mor biket û Gates li şûna Donald Rumsfeld bibîte wezîrê berevanîyê



XS
SM
MD
LG