Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbûllah dibêjît xwenîşandanên mezin li Beyrûtê dê bidomin


Rêberê koma mîlîtanên Şî’e Hizbûllahê dibêjît xwenîşandanên mezin li Beyrûtê dê bidomin heta ku hikûmeta Libnanê ya bi piştevanîya Amerîka bahreke mezintir ji desthilatê didete komelên dijber.

Hassan Nasrallah şeva Pêncşembî li xwenîşandaneke paytextî bi rêya vîdeoyê axift. Wî ji piştevanên xwe xwest ku vegerine kolanan da sengîya li ser Serokwezîr Fuad Siniora zêde biken.

Nasrallah bikarînana hêz û zorê dûrêxist.

Berî hingê Siniora daxwaza danûstandinan kir ji bo peydakirina rêyekê ji wê kêşê ra. Ew ji destpêka xwenîşandanên bi piştevanîya Hizbullahê li heftîya bihorî were di nivîsgeha xwe ya Beyrûtê da maye.

Serokwezîrî daxwazên rikeberîyê bo pêtir desthilatê û hikûmeteke yêkitîya niştimanî red kirin û got ew dê li ser hukmî bimînît.



XS
SM
MD
LG