Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li çend hêrişka li Iraqê bi kêmî 34 kes hatin kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku bi peqîna otombîlekê li bajêrê pîrozê Kerbela bi kêmî pênc kes hatin kuştin.

Desthelatdar dibêjin ew peqîn roja şembî nizîkî mezargeha Îmam Ebbas çêbu.

Karbidest li paytexê Iraqê dibêjin li hêrişeka bi hawina bu ser taxekê Şî’a 25 kes hatin kuştin.

Li bakora Iraqê, bi peqîna otombîlekê bi kêmî sê kes li bajêrê Musil hatin kuştin.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku serbazekê Amerîkî roja şembî li parêzgeha Enbar hat kuştin.

XS
SM
MD
LG