Lînkên eksesibilîtî

Talabanî bi tundî rexne li Koma Baker-Hamilton girtin


Serokê Iraqê Celal Talebanî bi tondî rexine li raspêrîyêt giropeka Amerîkî bu gorîna stratêcî ya Amerîkî li Iraqê girt.

Serokê Iraqî yê Kurd Talebanî roja yekşembî li Bexda gote peyamhinêran ku ew rîport ne rewa ye.

Wî got hindek beşêt wê rîportê metirsî darin bu serdarî û desturê Iraqê.

Birêz Talebanî rexine li raspêrîyêt wê giropê girt bu pişkdarî kirna endamêt berî yêt Partîya Be’es li her bizaveka aştbûnê girt.

Wî herwesa piştgîrya rêberêt Kurd yêt Iraqê kir bu retkirna raspêrîyêt wê giropê derbarê çewanîya beşkirna dahatêt neftê Iraqê.

XS
SM
MD
LG