Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Meydana Teyaran êrişa xwekuj li ser karkeran


Rayedarên Îraqî dibêjin li encama peqîyana du otomobîlên bombebarkirî li naverasta Bexdayê bi kêmî ve 70 mirov hatine kuştin.

Ew êriş li ser Şî’eyên hejar bû ku li bazara paleyan li benda karê rojane bûn.

Karbidest dibêjin di wan êrişên pêkve girêdayî li Meydadana teyaran da pêtir ji 230 mirovan jî birîndar bûyne.

Êrişkerekî xwekuj komeke qelebalix ji wan karkeran gazî kir bi heceta hindê ku karî bidete wan, piştî ku ew nêzîk bûn bombe peqandin, û dûra otomobîleke dî li nêzîkahîyan teqîya.

Serokwezîrê Îraqê Nuri Al Maliki ew êriş mehkûm kir û kire binasên tagirên dîktatorê berê Saddam Huseyn û tundrêyên Sunnî.

Ji alîyê dî ve, bombeyek jî li ber Mizgefta bi Gumbeta Zêrîn li bajêrê Samarra peqîya û Leşkerê Amerîka dibêjît zîyaneke biçûk giheştîye dergehê wê mizgefta pîroz ya Şî’eyan. Leşker dibêjît ew bombe peqîya li demê ku şarezayên polîsî hewil dida ku wê jinav biben.

Li Musilê wênekêşekî ajansa Associated Press hate kuştin.

XS
SM
MD
LG