Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkukê xwenîşandan li dijî Koma Baker-Hamilton


Li Kerkûkê bi 100an kesan li dijî raporta koma Amerîkî ya ji bo Nirxandina Rêbaza Îraqê xwenîşandanek kir.

Nêzîkî 2,000 runiştevanên Kerkûkê dijberîya xwe dîyar kir ji bo wê raporta koma nehukmî ku yêk ji pêşnîyarên wê dibêjît referandumeke li ser paşeroja Kerkukê bi xeter e û bila bête paşve dan.

Li dû benda 140 ya destûrnameya Îraqê divêt heta dawîya sala têt li ser paşeroja Kerkûkê referandum bête kirin.

Beşdarên Kurd û ji milletên dî li pêşîya konsulxaneyên Amerîka û Brîtanyayê dirûşimên bi Kurdî, Îngilîzî, Erebî û Tirkumanî rakirin û kire qîrî ''Nexêr, nexêr ji bo raporta Baker-Hamilton nexêr.''

XS
SM
MD
LG