Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush telefona Talabanî û Barzanî kir


Serok Bush îro telefona Serokê Îraqê Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mes’ud Barzanî kir.

Tony Snow, peyivdarê Koşka Spî, gote peyamhinêran Serok Bush wek pişkeke şewirîna bi alîyên hikûmeta Îraqê ra digel her yêk ji wan du rêberan nêzîkî 15 deqîqeyan peyivîye.

Snowî got Serok Bush li demê her du peywendîyên telefonê li ser pêgirtina xwe bo Îraqeke demokratîk ya bi şîyana parastin, domandin û birêvebirina xwe, Îraqeke hevpeymana di şerrê terorê da axift. Wî ji Talabanî û Barzanî ra behsê pêdaçûna stratejîya Îraqê kir û ji wan ra piştrast kir ku ew guhê xwe didete gelek alîyan berî ku biryara dawîn bidet.

Peyivdar Tony Snowî got Serokê Îraqê Talabanî û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Barzanî gote Serok Bush ew digel dîtina wî ne û dixwazin bibine hevpeyman di şerrê li dijî terorîzm û zordestîyê da li Îraqê.

Peyivdarî got ew her du rêber dinav wê ''koma nermrê'' da ne ku Bush dixwazît bi wan ra kar biket.

Bi gotina peyivdarî, Serok Bush li demê peywendîya bi telefonê digel Talabanî û Barzanî her wesa li ser bizavên ji bo rêkkeftineke derbarê qanûna petrolê ya Îraqê da axift.

Peyivdarê Koşka Spî gote peyamhinêran Talabanî li demê peywendîya telefonê bi Serok Bush ra rexneyên xwe li raporta Koma Baker û Hamilton dubare nekirîne, lê dibêjît belkû jî Serok Bushî li serê axiftinê gotibît ew li ser têbînîyên wî hevbîr e yan nîne, lewma rê lê girtibît.

XS
SM
MD
LG