Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas daxwaza hilbijartineke berî wext dike


Serokê Filistînê Mahmud Abbas dibêje ew dê biryara xwe ya bo hilbijartinên di demek nêz de neguhorîne û dibêje tundûtûjîya di navbera rikeberan de tu tesîrê nade vê biryarê.

Rêzdar Abbas duşema îro di konferanseke rojnamevanî de tevî serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair, li Ramallaha li Kenara Rojava ev daxuyanî kirin.

Rêberê Filistînî got tu tişt nikare ew rawestîne ku dev ji hilbijartina di demek nêz de, ya bo parlamanê û bo serokatîyê berde. Wî ji rêzdar Blair xwest ku alî bike da Rojava dev ji rawestandina alîkarîya diravî ya bo hikumeta Filistînî berde.

Rêzdar Blair pesnê rêberê Filistînî da ji ber hilbijartinê û got ji bo alîkarîya Filistînîyan çi ji destê wî bê wê ew bike.

Roja şembîyê li ser hilbijartinê tundûtûjî di navbera partîya Fettah ya rêzdar Abbas û komela milîtan ya desthilatdar ya Hamas de derketibû.

Agirbes roja yekşemê hate şikandin lê belê şahid dibêjin çekdar berdewam li kolanên Xezze digerin û hêj car carna dengê gulle berdanê tê.

XS
SM
MD
LG