Lînkên eksesibilîtî

"Gefa mezin Leşkerê Mehdî ye"


Wezareta Berevanîyê (Pentagon) dibêjît êrişên serhildayan û yên tîreyî li sê mehên bihorî giheştîne pileyeke nedîtî – her heftîyê nêzîkî hezar bûyeran.

Raporteke nû, ya ku Wezaretê roja Duşembî ragehandî, dibêjît Leşkerê Mehdî yê melayê tundrê Moqtada Sadr ji gefa el Qaîdê mezintir bûye û bûye gefa herî mezin li himber xelkê sîvîl.

Raport dibêjît hikûmeta Îraqê hewil didet, lê sernekeftîye ji bo hevgirtina niştimanî linav komên neyar û dibêjît sîyasetvanên Îraqî gelek caran yan naxwazin, yan jî nikarin ji bo pêkhatinê liberdananan biken.

Roja Sêşembî çekdaran banqeyeke taxê Kerrada yê paytextî şeland û bi hezaran dolaran pare birin. Ew di mehekê da kiryara dûwem ya şelandina banqeyekê bû.

Leşkerê Amerîka got serbazekî Marîn ji birînên şerrê li wîlayeta Enbar roja Duşembî mir.

Koma bi navê ‘‘Koma Kêşeyên Navneteweyî’’ di raporteke nû da dibêjît xeter heye ku dewleta Îraqê têk biçît.

Ew kom daxwaza konferanseke navneteweyî diket bi beşdarîya endamên herdem yên Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî, welatên hevsînorên Îraqê û komên Îraqî yên di wî şerrî da.

XS
SM
MD
LG