Lînkên eksesibilîtî

Turkmenbaşî yê 66 salî mir


Serokê Turkmenistana bi niftê dewlemend, Saparmurad Nîyazov piştî desthilateke zordest ya 21 salan mir.

Çapemenîya dewletê dibêje pêncşema îro Nîyazov ji ber ku dilê wî ji nişkê va rawestîyaye mirîye. Dîyare ku wê şîna wî roja yekşemê bikin.

Cîgirê Serok Wezîr Kurbangulî Berdîmuhamedov heta serokê nû bê hilbijartin wê li şûna Niyazov wek serok kar bike. Karbidestên bilind roja sêşemê wê kom bibin ji bo ku li ser vî wextê di navberê de ye bi peyivin û ji bo ku ji hilbijartinên nû re rojekê dîyar bikin.

Di daxuyanîyeke nivîsî de balyozxana Amerîka ya li Aşqabad got ew hîvî dikin ku di vî welatê li navenda Asyayê ye, destveguhestina desthilatê bi rêyeke aştîyane be û li dû destûrnameyê be.

Di dema desthilata xwe de Niyazov zordestîyê li ser rikeberîyê dikir û rê li ber guhorînên aborî û demokratîk digirt. Desthilatdarê 66 salî wek Turkmenbaşî an jî wek Serokê Tirkmenan dihat nasîn û û tevgereke şexsperestî fireh anî pêş.

Hikumeta wî di piştevanîya şerê Afganistanê yê bi rêberîya Amerîka de serekî bû.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka rexne li helwesta serok Niyazov ya li hember rojnamevanan û kêmanîyên olî digirt.

XS
SM
MD
LG