Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî xwekuj li Bexda 13 kes kuştin


Polîsên Iraqê dibêje li Bexda êrîşbirekî xwekuj li navendeke navnivîsîna bo polîsîyê xwe teqandîye û bi xwe re 13 kes kuştine û zêdeyî 15 kesên din jî birîndar kirine.

Karbidest dibêjin we bawer dikin ku êrîşbirî êlekekî bi bomba li ber kiriye û îro sibehê li derveyê vê navenda polîsan ew teqandîye.

Di vê navê de Wezîrê nû yê Parastina Amerîka Robert Gatesê ku vê dawîyê li seredana Bexda ye, behsa zêde kirina jimara serbazên Amerîkî dike li Iraqê.

Gates îro bi komeke serbazên Amerîkî re kom bû. Hinek ji wana dîtinên xwe anîn zimên bi piştgirîya biryara zêdekirina jimara serbazên Amerîkî; ku dibêjin ew dê karibin bi wî awayî zêdetir serbazên Leşkerê Iraqê hînî serbazîyê bikin.

Gates roja çarşemê bi komandarên Leşkerê Amerîka re û bi karbidestên Iraqê re kom bûbû û dîyar e ku wê îro jî kombûn bidomin.


Serok Bush dibêje wî hêj biryar nedaye ku ka zêdetir serbaz bişînin Iraqê an na.




XS
SM
MD
LG