Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Masrur Barzanî: Kurdan dîsa nefiroşin


Rojnameya Washington Post roja Çarşembî nivîsareke Masrur Barzanî, rêvebirê zanyarîyên nepenî an istixbarata Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê, belav kir.

Barzanî rexne li raporta Baker û Hamilton girtin û got sozeke bo Îraqîyan di xeterê daye çinkû bicihînana pêşnîyarên wê komê, Koma Nirxandina Rêbaza Îraqê dê bibîte xiyaneta li demokrasîyê û li Kurdan.

Masrur Barzanî di nivîsara xwe da dibêjît ew raport hind pûtê bi destûrnameya federalî ya Îraqê ya bi dengê pirranîya gelê Îraqê naket û helwêsta wê Komê li ser bingehê alozîyên welatên hevsînor e, li şûna gumanên gelê Îraqê.

Barzanî dibêjît gelek Îraqî, nemaze Kurd, ji ber hindê aloz in û bi heq in, kesekî ji wê Koma Nirxandina Rêbaza Îraqê sera Kurdistana Îraqê nedaye ku ew kom jî dibêjît tena ye, tagirê Amerîka ye û ji destpêka şerrî were çi hingavtîyên Amerîka lê nebûyne.

Karbidestê pilebilind ji Partîya Demokrata Kurdistanê li nivîsara xwe li Washingtion Postê wiha dinivîsît: ‘‘Ew pênasîna wê raportê rast e ku pirsgirêka Îraqê bi pişkekê jî ji ber hindê ye ku Amerîka dost û dijminên xwe nizanît. Lê Koma Baker -Hamilton di vî warî da hêj xirabtir e. Em hind heyrî nemayne ji ber ku ew raport bi pişkekê ji alîyê wan kesan ve hatîye nivîsîn yên ku sala 1991ê parastina Seddam Huseynî dirust kiribû. Gazîya bo cîranên Îraqê yên ku Îraq ji xwe ra bijartîye wek cihê şerrê li dijî Amerîka, xeletîyeke gelek mezin e. Encamên hewla wergirtina pişikdarîya wan dê berevajî bin. Ne bi tenê ew dê welatî netena biken, lê ew dê her wesa armancên li dijî yên dagirkirina Amerîka bicih bînin.’’

Serokê ‘‘Parastin’’ê Masrur Barzanî encamên bizaveke wesa rêz diket: ‘‘Iraq dê bikevîte jêrdestê hêzên herêmî û gelê Îraqê dê winda biket. Her valatîya ji hêzên hevpeymanan li Îraqê dê ji alîyê dijberên demokrasîyê ve bête tejî kirin. Bawerîya bi Amerîka bihelît û şansê serkeftinê li Îraqê namînît. Eger ew pêşnîyar hatine bicih înan, hîvîya bo demokrasîyeke rast li Rojhilata Navîn dê bibîte çîrok. Parçebûn û lawazîya me bi berjewendîya welatên hêzdarên hevsînorên Îraqê ye.”

Karbidestê Kurd Masrur Barzanî li Washington Postê wiha dinivîsît: “Kurd dê careke dî bêne firotin. Eger rêveberîya Amerîka pêşnîyarên Koma Baker û Hamilton bicih bînît, Kurd dê ji bo parastina berjewendîyên cîranên Îraqê bêne qurban kirin. Seddam Huseynî em li salên 1975 û 1991ê bi koman kuştîn ji ber hindê ku me bawer dikir ku ji ber soz û pêgirtina me bi demokrasî û bêhnfirehîyê em ji xwe hevpeymanên Amerîka ne.’’ Karbidestê Kurd Masrur Barzanî dibêjît wan berî çar salan jî bersiva gazîya Amerîka ji bo dewrekî nû li Rojhilata Navîn daye ji ber ku, wekî Amerîkîyan, Kurd jî daxwaza paşerojeke çêtir ji bo zarokên xwe diken ku zarokên wan bêyî seqetî û nexweşîyên ji êrişên kîmyawî li ser gundên wan mezin bibin.

Barzanî bersiva rexneya hindek alîyan li Kurdan didet ku dibêjin Kurd ala Îraqê nahilayîsin, bi tenê alaya Kurdistanê dihilayîsin. Barzanî dibêjît ew jî mîna Amerîka ye ku her wîlayetek hem bi welatê xwe hem jî bi nasnameya xwe ya herêmê serbilind e û serkeftina demokrasîyê li Amerîka bi dewlet serê hindê bû ku damezrênerên Welatên Yêkgirtî yên Amerîka pênasîn bi berjewendîyên taybetî yên wîlayetan kir û mafên wan bi destûrnameyê parastin, lê koma Baker û Hamilton dixwazît Kurdistana Îraqê ji wî mafê bêbahr biket.

Ew dibêjît bila biha û qedrê destûrnameya Îraqê bizanin, rê nedene cîranên Îraqê ku serwerîya wê pêpez biken û wiha dinivîsît:‘‘Demokrasî û federalî bi piştevanîya gelerî wek bingehên Îraqa nû hatîne bijartin. Divêt çi carên dî dewlemendîya Kurdan li ser cenosîta Kurdan nehête mezaxtin.’’

Li dawîyê Masrur Barzanî dibêjît Koma Baker û Hamîlton Kurdan wek pişkeke pirsa Îraqê dadinêt û wiha dinivîsît:‘‘Me nefroşine cîranên me yên zordest û yên ku terorê li komên me diken. Me bi awayekî demokratîk biryara beşdarîya vê projê da ji ber soz û garantîya mafên ji bo parastina gelê me pêwîst. Em Kurd ji Serok Bush û Amerîka dixwazîn fîdakarîyên me ji bo parastina xweştivîyên we li Îraqê bi bîr bînin. Em ji we dixwazîn hun soza ku yên berî we negirtî bigirin û bicih bînin.”

XS
SM
MD
LG