Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates dixwaze raportekê li ser Iraqê bide Bush


Wezîrê nû yê Parastina Amerîka Robert Gates dibêje nîyeta wî heye ku daxuyanîyekê bide serok Bush li ser rewşa Iraqê paş kombûnên wî yên bi leşkerê Amerîka re û bi rêberên Iraqî re li Bexdayê.

Dema ku Gates seredana xwe ya bo Bexda ya sê rojan bi dawî dihanît got ew dê daxuyanîya xwe ya bo serok Bush dinav çend rojên bê de amade bike. Belê tu tiştekî negot ka ew dê ji bo rawestandina şerê tîreyî zêdekirina jimara serbazên Amerîkî pêşnîyarî wî bike an na.

Gates got Amerîka û hikumeta Iraqê bi awayeke berfireh li ser bipêşvexistina tenahîyê li hev kirine û rêberên leşkerî yên ji herdu alîyan wê planeke bi taybet çêkin li ser van meseleyan.

Di vê navê de leşkerê Amerîka got hêza hevalbendîyê li dora Bexdayê di çend kiryaran de xirabkarek kuştîye û 25 berguman jî girtine.


Leşker herwisa got roja pêncşemê di kiryareke li parêzgeha Anbar de çar serbazên Amerîkî hatine kuştin.

Li Washington Wezîra Derve ya Amerîka Rice li hevpeyvîneke bi Rêxistina agahîyê Associated Press re got bi bawerîya wê Iraq ‘hêjayî lê şerkirinê ye’ bi pere û canên Amerîkîyan. Wê got Welatên Yekgirtî hêj dikare di vî şerê ku bi dîtina wê ji hîvîya wê xerabtir derket bi serbikeve.



XS
SM
MD
LG