Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazêt Berîtanî hêriş kire ser bingehekê polîsê Iraqî li Besre


Serbazêt Berîtanî heft çekdar kuştin û bingehekê polîsê Iraqî li bajêrê Besra li başora Iraqê herifand da weneken efserêt xirapkar wê bingehê bu tawankarîya bikar bînin.

Hêzêt Berîtanî demekê zu roja duşembî hêriş kir ser bingehê Camî’at yê polîsê piştî zanyarî gehişte wan ku efserêt Iraqî pilan danaye bu kuştina girtîyan.

Karbidestêt leşkirê Berîtanî dibêjin ew hêriş bi armanc bu helweşandina beşekê polîsê wê bingehê bu ku dest hebuye li kuştin, revandin û tawanêt dî.

Herwesa karbidestêt Amerîkî û Iraqî ragehand ku hêzêt Amerîkî li Bexda bi kêmî çar Iranî li heftîya burî girtin bi gomana handan bu hêrişkirne ser serbazêt Iraqî.

Karbidest dibêjin serokê Iraqî Celal Talebanî gazî wan Iranîya kirbu da bihên seredana Bexda biken.

XS
SM
MD
LG