Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza Amerîkî li Bexda çend Îranîyên berguman girtin


Karbidestên Amerîkî dibêjin hêzên Amerîka yên li Bexdayê heftîya buhurî çend Îranî girtine bi şika ku wan bizav kiriye êrîşî hêza Iraqê bikin.

" hspace=2 src="/kurdi/images/AP_Jalal_Talabani_Iraq_10dec06.jpg" width=210 align=right vspace=2 border=0>Karbidestên Iraqê dibêjin ku şikra serokê Iraqê Celal Talabani gazî kiriye didu ji wan Îranîyan ku werin Bexdayê û girtina wan ya ji alî hêzên Amerîkî ve ne bi dilê wî bûye.

Karbidestên Amerîkî dibêjin wana herdu dîplomatên Îranî yên ku hatibûne girtin dane karbidestên Iraqê û piştra jî ew hatine berdan.

Peyivdareke Wezareta Derve ya Amerîka ji Dengê Amerîka re got ew zilam ji ber ku diplomat bûne û mafê parastina wan ya bo dîplomatan hebûye hatine berdan.

Rojnama New York Times dibêje bikêmîve çar Îranîyên din hêj di bin destê Amerîkîyan de girtîne û ku şikra Amerîka jî dibêje ewên girtî karbidestên bilindên leşkerê Îranê ne.

Peyivdara Wezareta Derve ya Amerîka nexwest bêje ka ew êrîşa ku dibêjin ew Îranîyên ku hatine girtin wê bibirana ser Iraqîyan ve, wê bi çi awayî bûna.



XS
SM
MD
LG