Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeyên cengî yên Etopyayê êrîşî firokexaneyên Somalya kirin


Duşema îro şerê li Somalyayê aloz bû dema ku firokeyên cengî yên Etopyayê êrîş birin ser du firokexaneyên ku di destê bizava Îslamî ya Somalya da ne.

Firokeyên cengî yên ku jêre dibêjin MiG, êrîşî firokexaneyên li Mogadîşû ya paytexta Somalyayê kirin û herwisa êrîş birin ser firokexaneyên li Baledogle ya ku 100 kîlometre li rojava ye.

Karbidestekî Îslamî Îbrahîm Hesen Adow ji televîzyona El Cezîre re got bi êrîşê zîyaneke kêm bûye û tenê jineke ku der û dor paqij dikir birîndar bûye.

Ji alîkî din ve piştî wan êrîşên bi du rojan yên firokeyên Etyopyayê, şervanên Îslamî xwe ji bajêrokê girîng yê Beledweyne ya li navenda Somalyayê vekişandin. Karbidestên Îslamî ev vekişandin wek "bizaveke taktîkî" anîn zimên.

Ev şerê li Somalyayê sêşema buhurî destpêkiribû piştî ku Îslamîyan başûr û navenda vî welatî xistibûn bin hukmê xwe û bi mehan ji hev nexweşbûn zêde bûbû li vê deverê.

Etopya ya ku li nêzî xwe ji dewleteke Îslamî ya Somalya ditirse, piştgirîya hikumeta demî ya Somalyayê dike. Ev hikumet nê zêde bi hêz e lê belê ji alî civata navneteweyî ve tê nasîn.



XS
SM
MD
LG