Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Etyopyayê di şer de li dij Somalyayê bi pêş ketin


Hêzên Etyopyayê digel serbazên hikumeta Somalyayê di şerrê ji bo kontrola Somalyayê li dijî hêzên Îslamî da îro pêşveçûnên girîng kirin.

Li dû gotinên şahidan û payamên rojnamevanan hêzên dagir yên hikumeta Somalyayê, paş xwevekêşana şerkerên Îslamî, bi kêmî ve çar bajêrokên naverasta Somalyayê standin.

Karbidestekî hikumeta Somalyayê got serbazên Etyopyayê heta kêmtir ji 100 kîłometreyan nêzî Mogadîşû ya paytext ya jêrdestê Îslamîyan bûne.

Karbidestekî pillebilind yê rêxistîya Îslamî şêx Şerîf Şêx Ahmed got her bizaveke standina Mogadîşû dê bibîte malwêranîya êrîşkeran.

Li Addis Ababa serokwezîrê Etopyayê Meles Zenawi got hêzên wî pişta Îslamîyan şikandîye. Wî got hêzên Etyopyayê paş temam kirina wezîfa xwe dê ji Somalyayê vegerin, lê negot ka ew wezîfe çi ye.

Belê Etyopyayê berî niha soza parastina hikumeta ne-olî ya berwext ya Somalyayê dabû.

XS
SM
MD
LG