Lînkên eksesibilîtî

Dixtorek Spanî dibêje bi Kastro re nexweşîna şêrpence nîne


Granma web site Tuesday, Sept. 5, 2006" hspace=2 src="/kurdi/images/Granma_Fidel_Castro_210.jpg" width=163 align=left vspace=2 border=0>Dixtorek Spanî yê ku li serokê Kubayê Fîdel Kastro nihêrtibû dibêje bi rêberê Komunîst re tu nexweşîya şêrpence ango qansêr nîne.

Bijîjkê ku li Madrîdê kar dike Jose Luis Garcia Sabrido, ji peyamhinêran re îro li Havana got di vê demê de brîna rêzdar Kastro sax dibe ya piştî birînkarîyeke grîng. Dibêje tu nîyeta wan tuneye ku birînkarîyeke din di vê demê de bikin.

Di meha 7 ya buhurî de birînkarîyeke ku sebebê wê ne eşkere kirîye li ser hur û rûvîyên rêberê Kubayê yê 80 salî hatibû kirin.

Di wê mehê û dema birînkarîyê de rêzdar Kastro desthilatê dabû destê birayê xwe Raul û hêj wê demê û virdaye derneketîye nav xelkê

Hikumeta Kubayê dibêje saxî û saxlemîya serokê vê giravê sirra dewletê ye ku lazime veşartî be û ev yek bixwe bûye sebebê gotegotan di derbarê rewşa sihheta wî de.

Karbidestên Kubayê misêwa raportên ku dibêjin bi Serok Kastro re nexweşîya şêrpence heye înkar dike.

Birêvebirê agahîya netewî ya Amerîka John Negroponte di vê dawîyê de gotibû ku rêzdar Kastro gelekî nexweş e û dibe ku di nav çend mehan de bimre jî.

XS
SM
MD
LG