Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Kurd: divêt serokê Iraqê biryara Seddamî bidet


Piştî Dadgeha pêdaçûnê li Iraqê biryara cezayê mirinê ji bo Saddam Huseyn pejirand li ser kuştina 148 gundîyên Şî’e li sala 1982, hinek buçunêt cuda ser hildan li ser çewanîya bicih înana cezayê wî.

Wezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bu kar û barên dadê Azad Izzedîn li hevpeyvînekê da digel hevkar Ehmed Barzanî basê pêngavêt piştî pejirandina cezayê Seddamî diket.

Ji bu gotinên berî nuha yên serokê Iraqê Celal Talabanî ku ew li dijî cezayê mirinê ye lewma belku mor neket û bihêlîte hîvîya cêgirê xwe, wezîrê Hikumeta Herêmê got "li dîv kanonê serok komar divîye biryarekê bidet."

Li ser pirsyareke derbarê helwêsta Hikumeta Herêmê da dadyar Izzedîn got wan heta nuha rêz li hemî biryarên dadgeha taybetî ya Iraqê girtîye.

Bu guhdarî kirn, fayla dangî ya servey vî perî kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG