Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamekî Misrî ji ber Înfluenza Balindeyan mir


Karbidestên Qahîrê dibêjin zilamekî Misrî ji ber nexweşîya ku bi teyr û tewalan re çêdibe ya bi navê Înfluenza Balindeyan mirîye.

Zilamê 26 salî sêyemîn Misrî ye ku bi vê nexweşîyê di van rojên dawî de dimre lê ji dema ku karbidestên Misrê bi vê cûra merivkuj ya vîrusê hissîyane (ji meha 2) û heta niha ev dehemîn kes e ku pê dimre.

Ev zilam xelkê bajêrokekî nêzî devera ku çemê Nîl digihîje behrê ye. Belê hêj ne dîyar e ku ka ev zilam xizmekî wê jina 30 salî an jî wê keçeka ku di destpêka vê heftîyê de mirine an na. Ev herdu jî xelkê wê devera nêzî çemê Nîlê bûne.

Xelkê Misrê yên ku li derveyê bajêrên mezin in, bi giştî nêzî mirîşk, teyr û tewalên ku xweyî dikin dijîn.

Rojnama The New York Times dibêje ji qewlî rojnameyeke Misrî, Misr ji meha 2 heta niha nêzî 30 milyon teyr û tewal ango balindeyan serjê kirine. Xuya ye ku xelkê di malên xwe de mirîşk û werdekan ji karbidestan veşartine.

XS
SM
MD
LG