Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza hikumeta Somalî ket nav Mogadîşu


Hêzên hikumeta Somalî û hevalbendên wan yên Etyopyayî çend demjimêr piştî ku hêzên Îslamî ji paytexta Somalî derketin, ketin nav Mogadîşu.

Şahid dibêjin ku hin kesên ji xelkê vê deverê bi piştgirîya hêzên hikumetê şa dibûn lê belê acizîyeke zêde hêj didomîya. Tê ragihandin ku di vê demê de dizî û teqe jî dibûn.

Rojnamevanekî li Mogadîşû ji Dengê Amerîka re dibêje şervanên Îslamî ji avahîyên polîsan derketine û ji ber wê jî bajêr bê tena ye.

Hêzên Îslamî yên ku ev çend meh in bajêr di bin destê wan de bû, piştî ku hêzên Etyopyayî û hikumeta Somalî gihîştin qerexê bajêr ji vê derê derketin.

Şahid dibêjin wan dîtiye ku şervanên Îslamî bi karwanên otomobîlan ber bi başûr ve ber bi alî bajêrê Kismayo ya ku lengergeh lê heye diçûn.

Rêberên Îslamî dibêjin hêza wan ji bo ku zêde xwîn neyê rijandin ji Mogadîşu dertê.

Serok wezîrê demî Alî Muhammed Gedî bi serokên eşîran re li derveyê paytextê kom dibe da ku li ser bi destvexistina bajêr bi peyivin.



XS
SM
MD
LG