Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi êrîşeke xwekujî neh kes hatin kuştin


Polîsê Iraqê ragihand ku li êrîşeke xwekujî neh kes hatin kuştin û bi kêmî 10 kesên dîin jî li bajêrokê Xalis li bakûra Bexdayê brîndar bûne.

Karbidest dibêjin wî hêrîşbirî piştî limêja înê xwe nêzîkî mizgefteka Şî'e teqandîye.

Ji alîkî din ve leşkerê Amerîkî ragihand ku Hêzên Hevalbendîyê îna îro şeş terorîst di du êrîşên cuda de kuştine.

Çar terorîst li êrîşekê li bajêrokê Tertar hatin kuştin piştî pêzanîn gihîştine desthilatdara ku xirabkar bomba li nav du avahîyan çêdikin.

Leşkerê Amerîkî ragihand ku du terorîstên din li Bexda di êrîşeke ser hêzên El Qaîde de hatin kuştin.

Îro herwisa televîzyona Îranê ragihand ku ew du Îranîyên ku ji alî hêzên Amerîkî yên li Iraqê ve hatibûn girtin, hatine berdan.





XS
SM
MD
LG