Lînkên eksesibilîtî

Şîna Ford ya pênc rojan destpêkir


Îna îro yekemîn roj e di destpêka şîna serokê berê yê Amerîka Gerald Ford ya pênc rojan de. Ev rêûresm li California destpêdikin.

Cendekê birêz Ford ku roja sêşemê di temenê xwe yê 93 salî de miribû, wê heta roja şemîyê li dêreke nêzîkî mala wî ya li California be, piştî wê jî wê ew bişînine Washingtona paytext.

Li paytextê li avahîya Kongresê wê rêûrismeke dewletî bê amade kirin û roja sêşemê jî rêûrismeke din bo şîna wî wê bê kirin li Katedrala Niştimanî ya li Washingtona paytext.

Serok Bush ragihand ku roja sêşemê ya ku dikeve diduyê meha yek, rojeka niştimanî û tazîya serok Ford e û biryar da ku gelek ji nivîsgehên Hikumeta Federałî wê rojê bêne girtin.

Roja çarşemê cendekê serok Ford li kitêbxana serokatîyê li warê wî yê wîlayeta Michigan wê bê veşartin.



XS
SM
MD
LG