Lînkên eksesibilîtî

Amerîkîyan Saddam da destê Iraqîyan jibo amade kirina wî bo îdamê


Parêzvanên Saddam dibêjin Amerîkîyan ew ji bo amade kirina îdam kirina wî daye destê Iraqîyan.

Belê hêj ne dîyar e ku ka ew dê kîngê bê îdam kirin.

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî gotîye nabe ku bi tu awayî li hukmê îdam kirina Saddam Huseyn dîsa bête nêrîn û cêbicê kirina vî hukmî qet nayê paşêxistin.

Malikî dibêje ew kesên ku dijî îdam kirina Saddam Huseyn helwest wergirtine, bêrêzîya qurbanîyên wî dikin.

Berevankarên Saddam dibêjin Leşkerê Amerîkî ji wan xwestîye ku kel û pelên wî wergirin.

Li meha 12 ya sala 2003, hêzên Amerîkî Saddam Huseyn girt û li meha buhurî dadgeha taybeta Iraqî cezayê îdamê li ser dana bi tawana kuştina 148 Misilmanên Şî'e li bajêrê Duceyl li sala 1982ê.

Saddam herwisa tê dadgeh kirin li ser tawana qirkirina Kurdan ya li sala 1988ê, di kiryara bi navê Enfalê de. Dadpirs dibêjin di wê kiryarê de 180 hezar Kurd hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG