Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta leşkerî li Taylandê sîyasetvanêt berê xetabar diket


Hikumeta leşkerî li Taylandê sîyasetvanêt berê xetabar diket beramberî hêrîşêt êvarîya serê salê li paytextî.

Serokwezîrê Taylandê Sorayud Çolanund dibêjît belge hene ku we dîyar dikin ku komelêt ku desthilata xwe ya sîyasî li dest daye dest hebît di van hêrîşan de.

Rêzdar Çolanund dibêjît ev peqandine weku wan hêrîşan nîne ku xirabkarên Îslamî pê rabûyn li başûra Taylandê.

Wî navê çi komela ne îna û navê serokê ladayî Taksîn Şînawatra jî ne îna, lê têbînîyêt wî we hatine ravekirin û wergirtin ku renge lêvekol vekolînê li ser Taksin dikin lê berevankarê wî mandel ê haşa diket ku wî çi dest hebin di hêrîşan da.

Rêzdar Tanksin li meha 9 bo wergêraneka bê xwîn rêtin hate ladan.

XS
SM
MD
LG