Lînkên eksesibilîtî

Lêkolînek li ser vîdyoya îdam kirina Saddam tê kirin


Harîkarekê serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêjît hikumetê dest bi vekolînê kiriye ka çewa îdam kirina dîktatorê berê Saddam Huseynî bi nepenî ve wêneyêt wî hatine kêşan û belav kirin.

Vîdyoyek ku îdam kirina Saddam Huseynî dîyar dike û bi rêka telefona destî hatibû kêşan li ser înternetê belav bûye.

Di nav wan wêneyan de dengek têt û navê "Muqtada" tînît ku Mellayekê tundrêyê Şî'e ye, dijî Saddam Huseynî ye.

Ji ber wê vîdyoyê hindek rexnegir, îdam kirinê bi kiryareka tîreyî dibînin, dijî rêberê ladayî, yê Erebê Sunnî.

Gelek Erebên Sunnî nerazîbûn û turebûna xwe dîyar kir li ser wextê îdam kirinê di yekemîn roja cejna qurbanê de ya Misilmanan.

Herwisa melayên Sunnî li Iraqê rexne li îdam kirinê girtin û dibêjin eve bi fermana dagirkeran hatîye bi cêbecê kirin.

Li Urdunê roja duşembîyê raportan ragihand ku kîja mezintirê ya Saddam Huseynî pişikdarîya bi sedan kesan kir demê nerazîbûna xwe li ser îdam kirina wî dîyar dikir.



XS
SM
MD
LG