Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad dîsa soz da ku wê ew bernama xwe ya navokî bidomîne


Serokê Îranî careka dî soz da ku welatê wî dê berdewam bît li ser bernama xwe ya navokî û got biryara Neteweyêt Yekgirtî bo danana tola li ser Îranê ne ya qanunî ye.

Di gotara xwe de evro bo xirvebûnekê li bajêrê Ehwaz li başûra Îranê serokê vî welatî Ahmedînejad got Îran dê berdewam bît li ser bernama xwe ya navokî û ya amade ye berevanîyê jî lê biket. Ahmedînejad got biryara Neteweyên Yekgirtî ya dijî bernama navokî ya Îranê çi egerêt qanunî li ser Îranê nîne.

Meha buhurî Civata Tenahîyê ya Neteweyêt Yekgirtî bi giştîya dengan tola li ser Îranê danabûn, weku berbend kirina bazirganîya kereste û amîr û teknolojîya ku têkelî bi bernama navokî ve hebin di bizavekê de bo neçar kirina Îranê da zax kirina uranyumê rabigrît ku reng e bo çêkirina çekên navokî bête bi kar înan.

Îran rijtîye dike ku bernama wê ya navokî bi tenê bo mebestên bi aştî ye.

XS
SM
MD
LG